Ji Qralîçe Elizabeth banga netewî bo vîrusa korona: Emê bi ser bikevin…
PeyamaKurd – Qralîçeya Brîtanyayê Elizabeth bi boneya belavbûn û metirsiya vîrusa koronaya nû Covid-19 gotareke banga netewî pêşkeş kir ku di hemû platformên medyayî yên Brîtanyayê de hat weşandin. Qralîçe Elizabeth got, emê bi ser bikevin û wê ev serkeftin ya me hemûyan be.
Qralîçe Elizabet piştgiriya xwe bo xebatkarên tenduristiyê ragihand û got, "Bi hêvî me ku hemû kesên li dijî vê zehmetiyê têdikoşin serbilind bin.”
Elizabeth da xuyakirin ku ev nexweşî gelek pirsên aborî, şînî û yên din bi xwe re aniye û got, “Em hemû bihevre têkoşîna vê nexweşînê didin. Heger em bi biryar bin û bihevre bin, emê ji heqê vê nexweşîyê derkevin.”
Qralîçe Elizabeth heta niha di nav 68 salên deshilatiya xwe de, çar caran gotarên netewî pêşkeş dike ku ev ya pêncan e.