Kovara modeyê ‘Kubar’ê dest bi wesanê kir
PeyamaKurd - Kovara Modeyê ya bi Kurdî ‘Kubar’ê dest bi weşanê kir û bi awayekî online hat belavkirin.
Kubar dê bi edîtoriya Ayşenûr Ozel û Leyla Arisoy, bi şêwirmendî û redaktoriya Înan Eroglu dest bi weşana xwe kir.
Kubar dê wekî e-kovareke derheqê mode, makyaj û her tiştê têkildarî jiyanê de weşana xwe bidomîne. Edîtoriya Kovara armanca derxistina kovara wiha rave dikin:
“Armanca me ew e ku em modaya cîhanê û ya kurdan nîşan bidin. Bêguman kêmasiyên me gelek in di vê mijarê de. Em bawer dikin ku em dê bi pêş bikevin.”
Şêwaza Xeftanan, Bedil, Kum, Diyet,Sersal, Trend, Instagram, Makyaj, Dekorasyon, Favoriyên Mehê, Kê Li Xwe Kir? Bijarteyên Kubarê, Pêşniyaz, Kubarê/a Mehê, Pirsiyarname
Hûn dikarin Kubarê ji vir bixwînin: https://kubarkovar.wordpress.com/