Li Colemêrgê cureyeke nû ya tevnpîran hat dîtin
PeyamaKurd - Li Colemêrga bakurê Kurdistanê cureyeke nû ya tevnpîran hat dîtin. Lêkoleran navê vê tevnpîra nû daniye Hakkaricus.
Lêkolerên Navenda Lêkolînên Cûreyên Biyolojîk û Sepanan a Zanîngeha Colemêrgê cureyeke nû ya tevnpîran keşif kirin. Navê tevnpîra nû ji ber li Hekkariyê (Colemêrg) ye, kirine Hakkaricus.
‘Lêkolîn di kovara bi hakem a ‘Zootaxa’yê de hat weşandin’
Tevnpîra ku ji malbata ‘Solifugae’ ye û di nava gelê herêmê de wekî ‘Zereqîz û ‘Emerê Zer’ tê naskirin, bi navê "Gylippus (Paragylippus) Hakkaricus bo lîteraturê hat tomarkirin û gotara li ser tevnpîrkê di kovara zanistî ya bi hakem a navnetewî ya bi navê ‘Zootaxa’yê de hat weşandin.
Lêkolînera Zanîngeha Colemergê Dr. Melek Erdek diyar kir ku di nava gel de wekî cureye jehrîdar tê zanîn lê derzî û jehra Hakkaricusê tune ye. Erdek dibêje ji ber ku tevnpîrk li herêma Hekkarî (Colemêrg) de hatiye dîtin, navê wê kirine Hakkaricus.