Li Grönland û Antartika di 47 salan de 12,5 trilyon ton cemed heliya
PeyamaKurd – Li gor lêkolînekî ku li Amerîkayê hatiye weşandin; ji sala 1979an heya niha an ku di nav 47 salan de li Grönland û Antarktikayê 12,5 trilyon ton cemed heliyaye. 5/6 ê vê helandinê ji bin û kêlekan de ava germ bûye sedema helandina tebeqeyên cemedê. Cemeda heliyaye, hinek sedemên wê yên din jî kirine ku asta ava deryayê 3,1 cm bilind bûye.
Lêkolîn di “Kovara Data” yê de hatiye belavkirin, lêkolîn li ser di dinyayê de 2 kutleyên herî mezin yên cemedê hatiye kirin. Di lêkolînê de guherînên li Grönland û Antarktikayê hatine vekolan. Miqdarê cemeda ku heliyaye dikare temamê rûyê axa DYAyê bi tebeqeyekî bi qaliniya 1,5 metreyî bigre.
Ji 5/6 ê helandinê ne ji ber germa hewayê lê ji ber ji binê tebeqa bûzê û ji kêlekan de, avên germ wan helandiye. Cemedên heliyane herikiye nava avên okyanûsan.
Ji nivîskerên lêkolînê, ji zankoya Californiayê Eric Rignot balê kişandiye ser helandina cemedê ya bilez û gotiye:
“Tebeqeyên cemedê bilez dihelin. Em herêmên her dû qutban dihelînin. Asta ava deryayê li temamê dinyayê de bilind dibe. Ev jî parastina deverên peravan bêhtir qels dike.”
Di lêkolînê de, miqdarê cemeda heliyaye dike 3 qatirliyon galone yanî dike 11,3 katrilton litre av. Bi vê avê re, sedemên din jî hene ku asta ava deryayan bilind dikin û ji sala 1979an heya niha asta avê înçekî bilind bûye ku dike 3,1 cm.
Nivîskarekî dinê yê lêkolînê ji zankoya Northumbriayê Ines Otosaka, behsa bandora zêdebûna avê dike û dibêje dema av her cm.ekî bilind bibe, ev tê vateya ku her salê 2 an 3 milyon kes di bin ava lehiyê de bimînin.
Ji nivîskarên lêkolînê Andrew Shephard dibêje ku helandina tebeqeyên cemedê di salên 1970, 1980 û 1990an de, nisbeta helandinê qismiye lê esas helandin di salên 2010an de destpêkiriye. Shephard dewam dike:
“Ev rewş endîşe dide mirovî. Ev guherandina germbûna kurêyî ji 10 salên berê de tê. Eger em karibin germbûna dinyayê rawestînin jî, wê guherîn bi deh salan dewam bike.”
Tîma lêkolînan ji bo karibin xwe bighînin vê encamê; ji 27 peykên çavdêriyê rêjeyan bi dest xistine û di ser de 45 lêkolînên serbixwe vekolane.