TR KU SO
FB X
Magazîn

Li Wanê, amadekariyên ‘Festîvala Gastronomiyê’ tên kirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 gulan 2022 18:48

PeyamaKurd-Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, bi tevlîbûna 70 aşpêjên biyanî û xwecihî, Festîvala Gastronomiyê tê lidarxistin. Di festîvala ku dê 3 rojan bidome de armanc ew e ku danasîna cureyên xwarinên herêmê û xwarinên Tirkiyeyê bê kirin.

Festîvala Gastronomiyê, dê di 1ê Hezîranê de dest pê bike û dê heta 3yê Hezîranê bidome. Hat ragihandin ku festîval bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Gerînendehiya Çand û Geştegeriya Wanê, Ajansa Geşepêdanê ya Anatolya Rojhilat, Federasyona Aşpêj û Pastevanên Anatolya Rojhilat û Komeleya Aşpêj û Pastevanên Wanê, tê amadekirin.

Li gorî daxuyaniya hevpar a rêvebirên danasîna festîvalê, dê Festîvala Gastronomiyê li qada Muzexaneya Rêya Hevrîşimê (Îpekyolu) were rêvebirin. Hat zanîn ku dê ji 5 welatan, ji bajarên bakur û Tirkiyeyê û ji Wanê, bi giştî 70 aşpêj cihê xwe li vê festîvalê bigirin û dê cureyên xwarinên bakur û Tirkiyeyê pêşkêş bikin. Di festîvala ku dê 3 rojan dewam bike de hat zanîn ku dê pêşbaziyên çêkirina xwarinên herî xweş jî werin lidarxistin.

Parve bike: