TR KU SO
FB X
Magazîn

NASAyê 18 gerstêrkên bi qasî dinyayê mezin dîtin: Av jî heye

Admin H
Nivîskar
📅 25 gulan 2019 00:14

PeyamaKurd - Ajansa Lêkolînên Fezayî ya Amerîkayê NASAyê bi rêya daneyên Teleskopa Keplerê ku niha naxebite, 18 gerstêrkên bi qasî dinyayê mezin dîtin.

Zanyaran di lêkolîna xwe ya li ser daneyên Teleskopa Kepler de, derxistin holê ku 17 gerstêrkên hatine dîtin zêde nêzîkî roja (stêrk) xwe ne û ji ber germahiyê dibe av li wan peyde nebe. 

ÎHTIMALA HEBÛNA AVÊ...

Lê belê gerstêrka bi navê EPIC2012381102.02 hinekî ji yên din mezintir e û mesafeya wê ya ji stêrka xwe bi qasî ya dinyayê û rojê maqûl e. 

Ev jî îhtimala hebûna avê li wê gerstêrkê zêde dike ku ev wekî nîşaneya jiyanê tê nirxandin.

Parve bike: