TR KU SO
FB X
Magazîn

Sêrka Holywoodê pistgirî da xwepêsandanên Iraqê

Admin H
Nivîskar
📅 02 mijdar 2019 00:35

PeyamaKurd – Lîstikvana sînemayê ya navûdengî li cîhanê Sharon Stone li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, “Nifşa yekem a piştî Sedam ji bo dahatûya xwe li dijî gendeliyê, têkçûna aborî û demokrasiyê têdikoşin.”

Stêrka Holywoodê Sharon Stone  herwiha di parvekirina xwe de li ser rewşa niha ya Iraqê hişyarî da û diyar kir, “Êdî aramiya welat di bin xeteriyê de ye.”

— Sharon Stone (@sharonstone) October 31, 2019 /p>

Ji ber xwepêşandanên ku destpêkê 1ê Cotmehê bi taybet li Bexda û hin parêzgehên din ên Iraqê dest pê kirin û ji 25ê Cotmeha 2019an ve car din berdewam bûn, tê ragihandin ku heta niha bi kêmî 100 kes hatiye kuştin û 5 hezar û 500 kes jî birîndar bûye.

Herwiha di xwepêşandanên protestoyî yên Iraqê de, bandora Îranê li ser Iraqê jî tê protesto kirin ku tê xwestin Îran destê xwe ji ser Iraqê vekişîne.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih 31ê Cotmehê ragihand ku ew li ser hilbijartinên pêşwext difikirin û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî jî amade ye karvekêşana xwe bide.

Parve bike: