Magazîn
Wê Elon Musk 1 milyon peykan bişîne fezayê
PeyamaKurd - Komîsyona Têkiliyên Federal a DYAyê (FCC) bo projeya SpaceXê ya avakirina navendên daneyan di fezayê de destûra şandina heta 1 milyon peykan (satellites) ta sala 2040î pejirand.
FCCyê ragihand ku koma peykan a bi navê "Starmind" dê bo bikaranîna li ser erdê datayeke mezin ava bike.
Serokê FCCyê Brendan Carr bal kişand ser girîngiya vê gavê û got: "DYA di serdema super hişê çêkirî (superintelligence) de pêşengiya cîhanê dike. Navendên daneyan bo domandina vê ji bo DYAyê neçarî ne."