TR KU SO
FB X
Tendrûstî

6 kesên din li Silêmaniyê ji ber Korona can dan

Admin L
Nivîskar
📅 27 hezîran 2020 16:09

PeyamaKurd – Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, 6 kesên din ji ber vîrusa Korona can dan.

Li gor zanyariyên ji Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Ebdulqadir Ehmed, li Silêmaniyê ji nîvê şevê û heta vê sibehê, 6 kesan bi vîrusa Koronayê can dane.

Ehmed ragihand, her pênc qurbaniyên nû yê Korona mêr bûn û temenê wan di navbera 50 û 80 salan de ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li parêzgeha Silêmaniyê bi Koronayê can dane, gihîşt 144 kesan.

Parve bike: