Tendrûstî
Bi dijwariya 6.1ê erdhej li Japonyayê pêk hat!
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Osaka yê Japonyayê bi dijwariya 6.1ê erdhej pêk hat, li gor zanyariyê destpêkê di erdhejê de 3 kesan canê xwe ji dest da.
Saziya Lêkolîner a Meterolojî ya Japonyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bajarê Osakayê bi dijwariya 6.1e erdhejek pêk hat. Li gor agahiyên Ajansa Afad a Neteweyî di erdhejê de herî kêm 3 kesan canê xwe j dest da û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûn.
Piştî erdhejê li gelek avahiyan şewat derket, rê terikîn û xetên avê yên bajêr zirareke mezin dîtin û hişyariya tsunamiyê hat kirin.
Erdhej bû sedema raweatandina seferên balafir û trênê jî. Li gor rayedarên fermî di santralên nûkleerî yên Takahama, Ohi û Mihamayê de ti zirarek pêk nehatiye.