Tendrûstî
Bo rêwiyên ji Çînê tên, kontrola ‘koronavirus' ê têkirin
PeyamaKurd- Li welatê Çînê vîrusa corona ya bi navê 2019-nCoV temamê dinyayê tehdîd dike. Rêvebiriya giştî ya sînor û peravan ya Tirkiyê ferman da ku balafirxane û wezîfedarên wan tedbîrên xwe bistînin. Heya niha ji vîrusê 9 kes jiyana xwe ji dest dan.
Vîrus roja pêncşema borî li eyaleta Çînê ya bi navê Vûhan ê derket ortê û bo li Tirkiyê beşên pêwendîdar tedbîrên xwe girtin. Her rêwiyên ku ji Çînê diçin Tirkiyê wê bixin bi kontrolê û eger leqayê hinek kesên ku nîşanên nexweşînê tê de bên dîtin, wê kesên pêwendîdar agahdar bike.
Rêwiyên ku ji Çînê diçin Tirkiyê, wê di kontrola kamerayên termal de derbas bibin.