Tendrûstî
Borsa heywanan ya bajarê Agiriyê ji ber şabê ji bo mehekî hat girtin
PeyamaKurd – Borsa heywanan ya bajarê Agiriyê an ku bazara heywanan bi sedema nexweşîna şabê di nava heywanan de heye û belaveye, ji 18ê Cotmehê de ji bo mehekî dê bê girtin.
Tevegera heywanan ya ji gundan bo bazarê û bo dezgeyên din hat rawestandin. Biryar ji aliyê rêvebiriya bajêr ya çandiniyê û daristanan ve hat dayîn. Sedema dana biryarê ji bo nexweşîna şabê belav nebe hat dayîn.
Li seranserê bajêr niha gelek gund di bin karantînayê de ne û heywan nikarin ji ciyên karantînayê derên.