Derziya korona ya Amerîkî li ser meymûnan serkeftin bi dest xist
PeyamaKurd – Xebatên derziyekê bo nexweşiya Covid-19 ya koronayê li demeke ku belavbûna vîrusê bi hemû leza xwe berdewam dike de, li gelek navendên cîhanê didomin.
Ji dawiya sala 2019an ku korona ji Wuhan a Çînê belavî dinyayê bûye ve heta niha li seranserê cîhanê nêzîkî 17 milyon kes pê ketine û 665 hezar kesan jî ji koronayê can daye.
Kovara zanistî New England Journal of Medicine derbarê xebatên derziyê yên kompaniya Moderna ya dermanan li Amerîkayê de, gotarek belav kir ku tê de behsa pêşketina derziyê dike.
Li gorî kovarê Modernayê di ceribandinên derziya Covid-19 de, li ser meymûnan serkeftin bi dest xistiye û nehiştiye vîrus ji gewriyê dakeve fişikê û ew li wir bêbandor kiriye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku li ser meymûnan xweragireyeke zêde ya derziyê çêbûye û zêdebûna vîrusê jî bi derziya hatiye ceribandin kêm bûye ku ev jî weke serkeftinekê li hember xebatên din ên derziyan hatiye nîşandan.
Moderna herwiha ceribandinên li mirovan jî berdewam dike ku gihîştiye qonaxa dawî û bûye derziya herî nêzîk a bo vîrusa koronayê.
Herî dawî derziya Zanîngeha Oxfordê jî li ser meymûnan hatibû ceribandin ku encameke baş jê derneketibû ew xebat jî yek ji xebatên sereke ye li cîhanê.