Tendrûstî
Di kestiyê de di 67 kesên din de koronavîrûsê hat dîtin
PeyamaKurd- Li Japonyayê keştiya ku bi sedema koronavîrûsê hatibû dorpêçkirin û kontrol dihat kirin, piştî xebata tesbîta vîrusa koronayê hat dîtin ku di 67 kesên din de jî ew vîrûs heye. Amerîka ragihand ku bo tehliya hemwelatiyên Amerîkayê dê balafir bişîne û di keştiyê de li dora 380 hemwelatiyên Amerîkayê hene.
Li gor çapemeniyê keştiya ku ji 4 ê sibatê de li lîmana Yokohamayê di karantînê de ye,tê de 3 hezar û 700 kes hene û di 285 kesî dê Kovîd-19 hatiyte tesbîtkirin. Karantîna ya keştiya bi navê 'Diamond Princess' dê heya 19 ê sibatê di karantînayê de be.
Li gor ragihandina sefîrê Amerîkayê yê li Tokyoyê wê sibê balafir ji Amerîkayê bê şandin da hemwelatiyên bibe Amerîkayê.