TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Di xwaringeh û kafeyan de cixare hat qedexekirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 îlon 2019 03:00

PeyamaKurd- Dadgeha îdarî ya bilind ya welatê Hollandayê biryarê da ku îzna taybet ya bo beşên girtî ku di kafe û xwaringena de hatibû dayîn, ew îzin hat betalkirin. Di sedema qedexeyê de hat nîşandan ku îhtîmal heye xebatkarên kafe û xwaringehan û kesên ku cixare nakşînin, bê daxwaza xwe bikevin wan beşan û dûmana cixarê bandora xwe li wan bike.

Berê li Hollandayê di kafe û xwaringehan de beşên sergirtî yên taybet hatibûn veqetandin da cixarekêş karibin di wan beşan de cixare bikşînin. Weqfa Hewa Temîz ya Hollandayê gotibû ku van beşên taybet yên sergirtî li gor qanûnên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) nabe ku bên vekirin û bi vê sedemê li dijî hukumeta Hollandayê doz vekiribû.

Parve bike: