Dibe rojane 100 hezar kes bi Kovid-19 ê bikevin
PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Îngîltere Sajid Javid got ku tehdîda Kovid-19 ê dewam dike û di mehên zivistanê de dibe jimara pêketiyên Kovid-19 ê rojane derê 100 hezarî. Li ser vê îhtîmalê wezîr Javid behsa bernama kirina vaccinê û girîngiya wê kir. Javid got ku mehên zivistanê ne tenê ji bo Kovid-19 ê lê ji bo vîrusên demsale jî zemînê amade dikin.
Wezîr Javid ragihand ku her roj hezar kesî dixin nexweşxaneyan û ev jimar di mehên zivistanê de dibe derê sed hazarî û weha got:
“Ev pandemî neqediya. Divê em zanibin wê ev vîrus ji bo demeke dirêj bi me re be û me tehdîd bike. Ji bo wê, em ê plana B yê nexin dewrê lê ji bo wê her wext amade bin. Em ê di mehên zivistanê de giraniya xwe bidin bernama aşiyan. Em bi xêra aşiyê, bi vîrusê re ketine pêşbirkê lê ferqa navbera wan gelek kêm bûye.”