TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Doktorê Îtalî: Vîrusa korona êdî wek berê nakuje

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2020 00:02

PeyamaKurd – Doktorekî Îtalî ji televizyona RAI re ragihandiye ku ‘vîrusa korona êdî bi awayê klînîkî bidawî bûye’.

Li gorî Doktor Alberto Zangrillo ku Serokê Nexweşxaneya Raffaele ya Milanoya herêma Lombardiyayê ye, "Di nav 10 rojên dawî de, ji nav nimûneyên ji dev têne standin gelekî kêm şopên vîral ên vîrusê hatine dîtin.”

Doktor Alberto Zangrillo herwiha dibêje, êdî guherîn di vîrusê de çêbûne ku bandora xwe kêm kiriye û wekî berê mirovan nakuje.

Welatê Îtalya yek ji welatê herî zêde bandora vîrusa koronayê li ser çêbûye ye ku heta niha 33 hezar û 415 kesan ji ber nexweşiya Covid-19 can daye û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 232 hezar û 992 kesan. Lê belê di çend rojên dawî de bi taybet hejmara miriyan a rojane kêm dibe.

Parve bike: