TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Doktorê Kurd bi Kovid-19 ê wefat kir

Admin M
Nivîskar
📅 28 tebax 2020 02:18

PeyamaKurd- Doktorê Kurd yê Dêrsimî ku li bajarê Agiriyê di nexweşxaneyekî taybet de doktorê neştergeriyê bû, bi sedema Kovid-19 ê wefat kir. Doktorê bi navê Ahmet Aydın Şener (72), du zarokên wî hene û li Ankara wefat kir. Cenazê wî li Ankara hat definkirin.

Bi sedema ku li Agiriyê dixebitî û xelk wî baş dinasiya, wefata wî xelkê Agiriyê xemgîn kir. Ode ya Tabîban ya Agiriyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî sersaxiyê li ser Dr. Ahmet Aydın Şener belav kir û weha got:

“Ew, salên xwe bo exlaqê doktoriyê bexş kir, ti carê ji ked û berpirsiyariyê xwe neda alî. Bo temamê doktorên me yên ciwan bû mînak. Em bi koça wî gelek xemgînin. Bo malbata wî ya bi keder û bo dinya tenduristiyê sersaxiyê dixwazin.”

Parve bike: