Îsraîl: Zanyarên me antîkora ku vîrusa koronayê bêbandor bike bipês xistin
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Naftalî Bennett, ragihand ku zanyarên welatê wî ‘antîkora monîkal’ a di bedena mirovan de vîrusa koronayê (Covid-19) îzole dike bipêş xistine.
Bennett di serdana xwe ya Enstîtuya Lêkolînên Biyolojîk de axivî û da zanîn, zanyarên wan antîkoreke ku vîrusê di nav bedena însanan de bêbandor dike bipêş xistine ku ev ji bo pêşîgirtina pandemiya Covid-19 serkeftineke mezin e.
Bennett got, “Ji ber vê pêngava bêhempa bi xebatkarên enstîtuyê serbilind im. Bi afirînerî û eqlîyeta xwe ya cihûbûnê serkeftineke bêmînak bi xwe re anîn.”
Wezîrê Îsraîlê da zanîn ku qonaxa bipêşxistina antîkorê temam bûye û niha enstîtu li benda standina patenta wê ye.
Bennett derbarê pirsa gelo li ser mirovan ew antîkor hatiye bikaranîn jî hurgilî nedan.
Niha zanyarên pizîşkiyê li cîhanê ji derziya koronayê bêhtir li ser antîkora ku wê nexweşiyê pak bike dixebitin daku metirsiya wê ji holê rabe.