Tendrûstî
Ji ber qirêjiyê hewayê Tehran ket alarmê
PeyamaKurd - Li paytextê Îranê, Tehranê ji ber hewaya qirêj dibistan ji bo rojekê hatin girtin.
Parêzgarê Tehranê Enuşîrewan Muhsînî Bendpey bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî navenda pîvana kalîteya hewaya bajêr, li Tehranê qirêjahiya hewayê wek 150 mîkrogram hatiye pîvandin û ev ji bo kesên alerjiya wan heye dibe sedema pirsgirêkên tenduristîyê.
Parêzgarê Tehranê ragihand ku îro 15ê Kanûnê ji ber qirêjbûna hewayê dê li Tehranê dibistan girtî bin.
Enuşîrewan Muhsînî Bendpey herwiha got ku nexweşên dil û melakê û kesên pîr û ducanî bi destûr hatin hesibandin û derketina qemyonan bo trafîkê jî hatiye sînordarkirin.