Ji bo parastina ji koronayê pisîkan dikujin û macûna wan dixwin
PeyamaKurd – Weqfa ‘The No To Dog Meat’ (Ji Goştê Kuçikan re Na) ragihand ku li welatê Vîetmanê bi hinceta ku wan ji vîrusa koronayê diparêze, pisîkên reş dikujin, goştê wan dikelînin dikin macûn û dixwin.
Wê weqfa dijî bazirganiya goştê kuçik û pisîkan daye xuyakirin ku li Vîetmanê pisîkên reş dikujin û piştî çermê wan jêdikin, goştê wan li ber tavê ziwa dikin û piştre jî dikelînin û dikin macûn.
Li gorî îdiaya wê weqfê xelkê wî welatî bi baweriya ku xwe ji vîrusa koronayê biparêzin macûna ku ji goştê pisîkên reş hatiye çêkirin dixwin.
Hat diyarkirin ku ew kar bi taybet jî li paytexta Vîetnamê Hanoiyê tê kirin û macûna wan pisîkan jî li ser înternetê difiroşin.
Li Vîetnamê li gorî amarên fermî hejmara tûşbûyên Covid-19 268 kes in û heta niha ti kesek ji korona nemiriye.