Ji Çînê biryareke tund bo corona vîrusê: Wê bên sewitandin!
PeyamaKurd – Rêveberiya Çînê ji bo rê li ber belavbûna vîrusa koronayê bigire, biryar derxist ku hemû kesên ji vîrusê can dane bên şewitandin.
Rêveberiya Çînê ji bo kesên ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane protokoleke tund belav kir ku li gorî spartina axê ya miriyên korona vîrusê hat qedexekirin.
Li gorî biryarê ji bo vîrusa koronayê were kontrolkirin û rê li ber belavbûna wê bê girtin, dê kesên ji vîrusê mirine li cihê herî nêzîk bi wesayîtên taybet bên veguheztin û li wir bên şewitandin.
Rayedarên eyaleta Hubeî jî ragihandin ku ji ber vîrusa koronayê hemû zewacên bên kirin ji roja duşemê pê de hatine qedexekirin.
Li gorî amarên dawî heta niha li Çînê 305 kes ji corona vîrusê mirine û 14 hezar û 380 kes jî vîrus li ser wan peyde bûye.
Vîrusa korona li zêdetirî 20 welatan belav bûye û gelek welatan seferên bo Çînê rawestandine.