TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Ji kolerayê 16 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2019 01:09

PeyamaKurd- Li welatê Afrîkaye li Etiyopyayê bi sedema belavbûna nexweşîna kolerayê 16 kes mirin. Ragihandina nexweşînê ji aliyê Enstituya Tenduristiyê ya Etiyopyayê de hat ragihandin. Cîgirê rêvebirê Enstituyê Beyene Moges bo çapemeniya cî ragihand ku di serî de li payîtext Adis Ababa, li eyaletên Oromiya, Amhara û Tigrayê 525 kes bi kolerayê ketine.

Ji nexweşan heya niha 16 kes mirine û deverên ku nexweşîn lê peyda bûye tîmên tenduristiyê tevî dermanan şandine wan deveran. Kesên ku mirine piraniya wan li herêma Amharane.

îshal, êşa zikî, werm û vereşandin nîşanên kolerayê ne. Bakterî dibin sedema van nîşanan û piştî ku dikevin bedenê, di navbera 6 û 48 sietan de nexweşîn xwe nîşan dide.

Parve bike: