Tendrûstî
Lêkolîneke metirsîdar: Vîrus di 92 derece germê de jî zû namire!
PeyamaKurd – Zanyarên Fransî di lêkolîneke li ser vîrusa koronaya nû de tespît kirin ku vîrus di pileya 92 ya germê de jî heta 15 deqeyan sax dimîne û namire.
Tîma zanyarî ya Borîs Pastorîno li Zanîngeha Tibê ya Aix-Marseille 10 ceribandin li ser vîrusa koronaya nû Covid-19 pêkanîn.
Zanyaran di ceribandinên xwe de dîtin ku di pileya germê ya 60 santîgratê de vîrus heta saetekê jî di nav şaneyên gurçika meymûnên kesk de dijî û zêdebûna xwe didomîne.
Herwiha zanyaran heman vîrus di pileya germê ya 92yan de jî ceriband ku li wir jî dîtin ku heta 15 xulekan vîrus zindî dimîne.
Zanyarên Fransî li bendê ne ev lêkolîna wan ji aliyê heyeta hakem a fermî were pesendkirin.