Li Wanê hekîmek dibêje; min dermanê coronavîrusê çêkiriye û amade ye!
PeyamaKurd – Zilamekî li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistdanê ku bixwe 30 sal in bi çêkirina dermanên nebatan bo nexweşan hekîmtiyê dike, dibêje ku wî dermanê vîrusa koronayê jî çêkiriye û amade ye.
Kesê bi navê Mehmet Kasim Alageyik bi wan dermanên ku bi destê xwe çêkirine îdia dike ku wî dermanê coronavirusê çêkiriye û dikare wan nexweşên vîrus bi wan ketiye di nav 15-20 rojan de baş bike.
Alageyik gotiye, “Wê ev derman sedî sed baş were. Bila dewlet were bidim wan. Bila test bikin. Ev derman di nav 15-20 rojan de nexweşên vîrusa koronayê baş dikin.”
Vîrusa koronayê ku ji bajarê Vuhan ê Çînê li seranser dinyayê belav bûye heta niha gihîştiye bi qasî 56 welatan û bêhtirî 3 hezar kes jî ji ber wê nexweşînê mirine.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji ber belavbûna virusa koronayê serê meha Sibatê rewşa lezgîn ragihandiye û hîn jî digel lêkolînên pizîşkî li seranser cîhanê dermanê başkirina wê vîrusê nehatiye çêkirin.