Tendrûstî
Pençesêra memika nema xwediyê xwe dikuje
PeyamaKurd- Profesorekî Tirkiyê yê bi navê Dr. Cemalettin Topuzlu ragihand ku pençeşêra memikan êdî nema xwediyê xwe dikuje. Ew bi xwe li nexweşxaneya Zanko ya Başkentê dixebite. Topuzlu weha got:
“ Ez heman tiştê nikarim bo pençeşêra pankreasê bêjim lê bo pençeşêra memikan teqez dibêjim; derfetên me yên tedawiyê bê hed in. Di navbera obozîte û pençeşêra memikan de têkiliyeka baş hat dîtin. Yanî obozîte dibe sedema pençeşêra memikan.”
Doktor dibêje sebze û meywe bixun. Goşt hindik bixun. Bila goştê sipî zêdetir be. Spor gelek başe. Hereket bikin û zêde rûnenin. Dev ji alkol û cixarê berdin.
Pençeşêra memikan ne tenha bo jinaye lê di heman wextê de bo mera ye jî. Lê nisbeta mera li gor jina kêmtire.