Tendrûstî
"Romatizma (ba) bi bebekan re jî çêdibe
PeyamaKurd- Fikrekî heye ku dibêjin romatizma (ba) tenê bi mezin û extiyaran re çêdibe lê bi bebekan re jî nexweşîna romatîzmayê çêdibe.
Êşên weka yên movikan, edale û bilindbûna agirê bedenê, îşaretê bi bal romatîzmayê ve dide. Gelk girîng e ku teşxîsa nexweşînê zû bê danîn.
Nexweşînên romatîzmayê dibe ku di zarokan de, di dewreyêm mezinbûnê de, bi êşên dinan re mirov tevlihev bike. Êşa di movikan de, lewazbûna edaleyan, hararet û afta di dev de romatîzmayê îşaret dikin. Êşa romatîzmayê wisa dike ku jiyana mirov zahmet dike.
Teşxîsa zû bo romatîzmayê zahf girînge û nexweşîn nahêle ku bedena zarokê xwe bipêş bixe. Lê raste ku bi qiyas mezinan, di zarokan de romatîzma kêmtir xuya dike.