SOHR: Vîrûsa korona li 4 parêzgehên Sûriyê belav bûye, rejîm bêdeng e
PeyamaKurd – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser zimanên gelek bijîşkên li herêmên hikumeta Sûriyê ragihand ku vîrusa korona Covid-19 li parêzgehên Şam, Tertûs, Laziqiyê û Humsê belav bûye.
SOHR îdia dike ku hin ji kesên bi vîrusê ketine jiyana xwe ji dest dane, hin jî xistine qerentînayê.
Hin doktorên li nexweşxaneyên parêzgehên vîrûs li wan peyde bûye piştrast kirnie ku fermanên tund ji desthilatên hikumeta Sûriyê derbarê pêwîstiya bêdengî û qedexekirina axaftina wah li ser belavbûna vîrusê hatine dayîn.
Hikumeta rejîma Sûriyê 2 roj berê wekî bergiriyeke dereng ragihandiye ku tevahî serdan û gerên ji dewletên cîran hatine taloqkirin.
Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên baldariyê yên ji bo vîrûs negihîje herêmên wan pêk tîne.