TR KU SO
FB X
Tendrûstî

TÜBITAK: “Em ê di meha hezîranê de mizgînê bidin we”

Admin M
Nivîskar
📅 12 gulan 2020 02:30

PeyamaKurd- Serokê TÜBİTAK ê ( Rêxistina Lêkolînên Zanistî û yên Teknolojîk) Prof. Hasan Mandal ragihand ku 260 lêkolîner li ser aşiyê dixebitin û dixwaze di meha hezîranê de bi raya giştî re mizgînan bidin xelkê. Tirkiye bo Kovid-19 ê Platforma Tirkiyê avakiriye û xebata wan dewam dike. 29 zanko, 8 şîrket û 9 rêxistinên lêkolînê li ser 17 projeyan dixebitin.

Projeyên ku li serê dixebitin, bo dermanên tedawiyê û hem bo aşiyê ne. Dr. Mandal weha got:

“Em bo derman hem kîmyewî û hem biyoteklojîk dixebitin. Di aşiyê de em bi 8 teknolojiyên cuda dixebitin. Tev ji hev cuda ne. Di dinyayê de xebatên herî pêş çine, em ne kêmî wan dixebitin. Em xebatekî wisa dikin ku di pêşde em ê patenta wan bigrin. Di xebatekî me de em hatine asta ku em li ser heywanan ceribandinan bikin. Heya dawiya salê em dixwazin werin asta klînîkê.”

Parve bike: