Uganda, bi sedema Ebolayê sînorê xwe ji Kongoyê re girt
PeyamaKurd – Dewleta Ûganda bi sedema nexweşîna Ebola ya li welatê Kongoya Demokratîk belav bûye û Kongo bi Ûganda re sînorê wê heye, bi temamî çûn û hatina ji bo Kongoyê qedexe kir. Sedema wê jî ew e ku nexweşîne negihê nav xelkê Ûgandayê.
Çûn û hatina navbera her dû welatan ji bo 4 hefteyan hat ragihand lê dikarin ji bo çûn û hatina kargoyan bi hinek şertan îznê didin.
Li gor çapemeniya Ûgandayê; wezareta tenduristiyê xebatên xwe yên li ser sînorê Kongoyê, bi taybetî li ciyên ku Ebola jê belav bûye û heye zêde kiriye.
Tîmên tenduristiyê daniye ser sînor, dişopîne û çavdêriya xwe ya di meselê de xwurt kiriye.
Li Kongo heya niha di 160 kesan de nexweşînê tesbît kirine û her 160 kes jî talûka wan heye ku ji wan nexweşîn bigihê hinekên din.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku ji qedexekirina çûn û hatê bêhtir divê kontrola tenduristiyê bê kirin.