Tendrûstî
Wan: “Nexwesên vîrûsa koronayê li bajarê me nîne”
PeyamaKurd- Piştî ku li Îranê vîrusa koronayê belav bû û 5 kes mirin, rêvebiriyên tenduristiyê yên bajarê ser sînorê Îranê ketin nav tevgerê. Ji wan bajaran yek jê jî bajarê Wan ê ye. Rêvebiriya tenduristiyê ya Wanê ragihand ku her kesê ji Îranê derbasî aliyê Tirkiyê dibe, dikeve bin kontrola tîmên tenduristiyê û wisa derbasî aliyê wan dibe. Rêvebiriya Tenduristiyê di malpera xwe ya înternetê de weha got:
“Li navçeya Sarayê ya Wanê herkesê ku di deriyê Kapıköy de derbas dibe, ji aliyê wezîfedarên me de tê muayenekirin. Heya niha di bajarê me de ti kesekî ku nexweşê vîrûsa koronayê be nîne. Hem ji Îranê bo bajarê me, bi ambûlansan nexweş nayên qebûl kirin.”