TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Cîhan rûbirûyî tsûnamiya Omicron û Delta ye

Admin H
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2021 23:05

PeyamaKurd - Seroka Tîma Teknîkî li Beşa Nexweşiyên Lezgîn a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Maria Van Kerkhove got, cîhan bi tsûnamiya pandemiya vîrûsa koronayê re rû bi rû ye.

Kerkhove di hevpeyivînekê rojnameya Spanî ‘Pais’ de destnîşan kir: “Em li cîhanê bi tsunamiyeke pandemiyê re rû bi rû ne, hem bi cûreya Delta û hem jî ya Omicron re.”

Kerkhove got: “Divê em dawî li pandemiyê bînin. Divê em belavbûna vîrusê kêm bikin, bi derziyan xwe ji nexweşiyên giran dûr bixin û dermankirinê di dema guncaw de misoger bikin. Divê sala 2022an bibe dema vê yekê.”

Parve bike: