TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Dibe ku îsal Covid-19 biqede, lê…

Admin H
Nivîskar
📅 31 adar 2022 22:06

PeyamaKurd - Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê DR. Tedros Adhanom Ghebreyesus, agahiya ku raya giştî ya cîhanê li bendê bû da û got, dibe ku Covid-19 îsal bi temamî li nav cîhanê biqede, lê li gorî senaryoya herî xeter jî dibe ku hêza xwe zêdetir bike û êdî derzî û derman jî bi kêr neyên.

Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîna rojnamevanî ya li navenda Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya li Cenevreyê de, hûrgiliyên plana rêxistinê ya Covid-19 a 2022yan nirxand û bal kişand ser bidawîkirina rewşa lezgîn a gerdûnî.

Ghebreyesus got: “Dema em amûrên têkoşîna bi Covid-19 re baş bikar bînin, em dikarin vîrusê bi hêsanî bixin bin kontrola xwe û em dikarin bi derzîkirin û dermankirinê jiyana zêdetir kesan rizgar bikin.”

Di dewama daxiyaniyê de hat ragihandin ku 3 senaryo li ser dahatûya vîrusê hene: “Di senaryoya herî baş de dê varyant kêm bên dîtin ku pêdivî bi derzîkirinên giran nemîne. Di senaryoya duyemîn dibe ku vîrus xwe biguherîne lê bi saya derzîkirinê êşê giran neke. Di senaryoya sêyemîn a herî dijwar de jî dibe ku vîrus hîn xeter bibe, varyantên wê zû belav bibin û li hember vê xetereyê jî tu derzî û derman bi kêr neyên.”

Parve bike: