WHO: Dibe ku korona jî wekî AIDSê daîmî bimîne
PeyamaKur- Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ragihand ku eger heye Covid-19 wek AIDSê daîmî ligel mirov bimîne û pêdivî bi hewldaneke mezin heye bo rûbirûbûna wê vîrusê.
Berpirsê Cîbicîkar ê Bernameyê Rewşên Lezgîn ê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê(WHO) Dr. Mike Ryan di civîneke rojnamevaniyê ya online de got: “Bi baweriya min divê em rastbîn bin û bawer nakim kesek hebe bizane ka kengî ev vîrus bidawî dibe.”
Mike Ryan amaje bi wê yekê dide ku ne dema ji navçûna vîrusa koronayê heye û ne jî peymanek. Mike dibêje, welatan heta astekî korona kontrol kirine, lê eger vaksîn jî bo nexweşiyê hat dîtin, hêj pêdivî bi hewldanên mezin heye daku bi tevahî ew vîrus were kontrolkirin.
Niha li labaratûran zêdeyî 100 vaksîn li ber dest in, lê heta niha ti bersiveke zindî li ba wan vaksînan nebûye bo jinavbirina koronayê. Ji sala 1986an ve, wê dema yekem rewşa AIDS hat tomarkirin û heta 2019ê di navbera 23.6 milyon heta 43.8 milyon kes bi AIDSê mirine, nêzîkî 98 milyon kes jî pê ketine.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên derbarê koronayê de berhev dike, li cîhanê hejmara kesên ku bi Covid-19 ketine gihîşt 4 milyon û 400 hezar û 900 kesan û 296 hezar û 814 kes jî bi wê vîrusê jiyana xwe ji dest dane