TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Ji pandemiya bê re amade bin!

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2020 23:35

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, li navenda WHOyê ya Cenevê rewşa dawî ya pandemiya Covid-19 nirxand.

Ghebreyesus, bal kişand ser pêwîstiya dabînkirina bingeha aborî bo nexweşiyan li ser seranserê cîhanê û got, “Ji bo pêşîgirtin û tesbîtkirina nexweşîyan û têkoşîna bo wan, pêwîstî bi xurtkirina bingeha aborî heye. Ev ne pandemiya dawî ye. Li gorî ku em ji dîrokê fêr bûne, peta û pandemî parçeyekî jiyanê ne. Lê belê dema pandemiyeke nû hat, divê dinya ji niha zêdetir amade bin jê re.”

Berpirsê WHOyê herwiha got ku welatê berê xwe ji nexweşiyên wekî pnomonî, MERS, sorik, felca zarokan, Ebola, şewb û yên din re amade kiribûn, di pandemiya koronayê de jî serkeftin bi dest xistine.

Parve bike: