Tendrûstî
Zanyarên frensî ji bo dermanê virûsa koronayê dem diyar kirin
PeyamaKurd – Zanyar li ser wê yekê dixebitin ku dermanekî ji virûsa koronayê re bibinin ku 12ê meha berfanbarê hatibû xuyakirin.
Derbarê dîtina dermanê virûsa koronayê (2019-nCoV) de nêrînên cuda hene.
Li gorî zanyariyên ajansa nûçeyan a Reutersê, Zanyarên Enstîtûya Frensî ya Pasteaurê diyar dikin ku ji bo peydekirina dermanê virûsa koronayê 20 meh dem divê û ji bo ceribandinên pêşî heya sere havînê dem divê.
Rayedarên saxlemiya Çînê radigihînin ku hejmara kesên ji ber nexweşiya koronayê mirine gihiştiye 213an û herwiha tê diyarkirin ku heya niha enfekteyî 10 hezar kesan bûye.
Li aliyê din gele welat, ji bo foneke hevpar a lêkolînê ku li ser peydekirina dermanê virusa koronayê dixebite, budçeyekê terxan dike.