TR KU SO
FB X
Werzis

32 yariyên ti tîmekê nekariye Barcelonayê

Dilges Osman
Nivîskar
📅 25 sibat 2018 23:47

Di pêşbirka Lîga Futbolê ya Yekemîn a Îspanyayê  La Lîgayê de Barcelona bi encama 6-1 tîma Gironayê bir.

Di 25emîn hefteya La Lîgayê de tîma Gironayê bû mêvanê tîma Barcelonayê.

Di xulekên 5, 44 û 76emîn de Luîs Suarez, di xulekên 30 û 36emîn de Lîonel Messî, di xuleka 66emîn de Phîlîppe Coutînho gol avêtin û Barcelona bi ser ket.

Ji tîma Gironayê Portu di xuleka 3yemîn de gola tîma xwe tomar kir.

Barcelonayê bi vê encamê puanê xwe derxiste 65an.

Di heyama 2010-2011an de Barcelona di 31 pêşbirkan de têk neçibû, bi vê têkneçûnê hejimara xwe ya têkneçûnê derxist 32yan.

Parve bike: