Werzis
Amedspor bû lîdera Super Lîga Tirkiyê
PeyamaKurd - Amedsporê di lîga Super de li deplasmanê bi tîma Samsunsporê re leyîst û serkeftineke girîng bi dest xist. Amedsporê pûanên xwe derxistin 20î û bi maçeke zêde bûn lîdera lîgê.
Di maça ku bi gola Tomasson a di xuleka 21ê de Samsunspor 1-0 ketibû pêş de, lîstikvanê xwediyê malê Sousa di xuleka 37an de qerta sor dît. Di xuleka 61ê de lîstikvanê Amedsporê Diagne jî bi qerta sor hat avêtin û her du tîm man 10 kes.
Amedsporê di xuleka 71ê de bi penaltiya ku Orban vegerand golê rewş kir 1-1 û paşê di xuleka 82an de Dia Saba encam kir 2-1.
Amedspor bi vê serkeftinê re cara ewil di Lîga Super de li maçeke deplasmanê bi ser ket.