TR KU SO
FB X
Werzis

Angelina Jolie ya rûsî: Madalyayan nadine bedewiyê

Dilges Osman
Nivîskar
📅 16 sibat 2018 02:38

Werzîşvana rûsî Anastasya Brizgalova ku di lîstîkên Çile yên Olîmpiyadên PyeongChangê de werzîşhezan ew şibandibûn stêra Hollywoodê Angelina Jolieyê axivî û got ez ji ber van îltîfatan kêfxweş im lê "madalyayan nadine bedewiyê"

Brizgalova bi hevjînê xwe Aleksandr Kruşnelskiy re di werzîşa curlingê de madalya stend û mohra xwe li dîroka xist ji malpera Rus sportbox.ru re axivî.

Brizgalova eşkere kir, "Belê, ji ber bedewiyê stendina îltîfatan xweş e lê madalyayan nadine bedewiyê."

Werzîşvana rûsî Anastasya Brizgalova di lîstîkên Çile yên Olîmpiyadên PyeongChangê de şibandibûne stêra Hollywoodê Angelina Jolieyê bi bedewiya xwe bala şopînerên medyaya civakî kişand.

Şopîneran Brizgalovayê şibandina Angelina Jolie û Megan Foxê û diyar kir ku ji bo temaşekirina pêşbirkan sedemek din derketiye ku ew jî bedewiya Brizgalovayê bi xwe ye.

Parve bike: