Bilêtên maça fînala Muşspor-Mardinsporê îro derketin firotinê
PeyamaKurd - Bilêtên maça fînala Play-Off a Lîga 2yemîn a Nesine ya di navbera Mardinspor û Muşspor de, ku dê roja Şemiyê 9ê Gulanê saet di 5ê êvarê de li Stadyuma Diyarbakirê were lîstin, îro dest bi firotinê dikin. Bihayên bilêtan jî hatine ragihandin.
Bilêtên maça fînala Play-Off a Lîga 2yemîn a Nesine ya di navbera Mardin 1969 Spor û Muşspor de, ku wê roja Şemiyê 9ê Gulanê saet di 5ê êvarê de were lîstin, wê îro bi rêya passo.com.tr werin kirîn.
Firotin û organîzekirina bilêtan di bin desthilata Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de ye û hemî danûstandin wê bi rêya passo.com.tr werin kirin.
Di encama pişkê de, stantên ku ji alîgirên Mardinsporê re hatine veqetandin stantên Rojava û Bakur in, stantên Başûr û Rojhilat jî ji alîgirên Muşsporê re hatine veqetandin.
Bihayên bilêtên Mardinsporê wiha ne:
Trîbuna Rojava: 700 TL
Trîbuna Bakur: 350 TL
Bihayên bilêtên Muşsporê wiha ne:
Trîbuna Başûr (Li Pişt Golê): 350 TL
Trîbuna Rojhilat: 700 TL.
Herwiha hate gotin ku firotina bilêtan ji hêla Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve tê birêvebirin.