TR KU SO
FB X
Werzis

Dalkurd di yariya Kupayê de 4 gol avêtin û serkeftineke teqez wergirt

📅 22 tebax 2019 13:25

PeyamaKurd- Tîma futbola ya Kurdî li Swêdê Dalkurd duh di Kûpaya Swêdê de, di xula duyemîn de, li dijî tîma bi navê FC Guteyê 4-2 bi ser ket û serkeftineke teqez wergirt.

Tîma kurdî Dalkurd di yariya duh de, di beşe yekem ê yariyê de 2-1 li pêş qedand.

FC Gute di xuleka 52yan de gılek avêt û wekhevî pêk hat û encam bû 2-2.

Piştî vê golê bi 10 xulek bi şûnde Dalkurd goleke din avêt û encam bû 3-2.

Berî ku yarî bi dawî bibe, di xuleka dawiyê de, tîma Kurdî Dalkurd goleke din avêt û skor bû 4-2 û bi vê encamê Dalkurdê serkeftineke teqez wergirt.

Parve bike: