Werzis
Dalkurd di yekemin yariya xwe de sernekevt
Di çarçoveya yariyên yekem a lîga yekemîn a Swêdê Allsvenskanê de tîma Dalkurd bû mêhvanê AIKê û yarî bi 2-0 sûda tîma xwedî mal bidawî bû.
Yarî li mala AIKê Friends Arenayê hat lîstin. Di xuleka 33yan de Robert Lundström bi navê AIKêgolek tomar kir û beşayekem a yariyê bi 1-0 bidawî bû.
Di beşa duyemîn a yariyê de Dalkurd çend êrîş birin ser AIKê lê nekarî gol tomar bike.
Tîma AIK di xuleka dawî ya 90 debi lingê Anton Selestos goleke din tomar kir û yarî bi 2-0 bidawî bû.
Bi vî awayî Dalkurdê nekarî destêkeke baş bike.
Yariyên werzê 2018-2019 ên Allsvenskanê doh dest pê kiribûn.