Dalkurdê careke din rastê skestinê hat
PeyamaKurd - Di çarçoveya yariyên heftêya 9emîn a lîga nayabên Swêdê Allsvenskanê de tîma Dalkurdê bû mêhvanê tîma Norrkoping û careke din rastê şkestinê hat.
Yariya di navbera Dalkurd û Norrkopingê de 6 gol hebûn û tîma xwedî mal bi 4-2 biserket.
Golên tîma Dalkurdê di xuleka 8ê de ji aliyê Ferhad Ayaz û di xula 59ê de ji aliyê yarîzan Kebba Ceesay ve hatine tomarkirin.
Bi navê tîma xwedî mal jî di xuleka 34ê de bi penaltiyê Kalle Holmberg, di xuleka 53ê de David Karlsson, di xuleka 72yê de Gudmundur Thorarinsson û di xuleka 82yê de Simon Skrabb gol tomar kirin.
Piştî van encaman tîma Dalkurdê bi 4 xalan di rêza dumahîkê de ma. Dalkurd di 9 heftiyên borî de tenê carekî biserkeft û carekê jî wekhev ma û heft caran jî encamên nebaş wergirt.