TR KU SO
FB X
Werzis

Dallkurdê vê carê xemgîn kir! Encam: (1-1)

Admin H
Nivîskar
📅 07 cotmeh 2019 01:16

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Kurd ku di lîga 2yan a Swêd de, têdikoşe piştî serkeftinên xwe yên çend hefteyên dawî vê carê di yariya Frejê de bi gola xuleka 90+3yê yarî bi yeksanî temam kir.

Dallkurdê di hefteya 27an a Lîga 2yemîn a Swêd de, tîma Frejê kir mêvan. Lîstikvanê Dallkurdê Ahmed Awad di xuleka 7an a yariyê de, bi gola xwe tîma xwe da pêş, lê belê Dallkurdê di xuleka 90+3 de golek ji hevrikê xwar û bi yeksanî yarî bidawî kir.

Dallkurd vê yariyê tenê pûanek bi dest xist û di lîgê de gihîşt 43 pûanan. Herwiha tîma Frej jî bi pûanekê gihîşt 26 pûanana di lîgê de.

Di vê sezonê de Dallkurd 13 caran bi ser ket, 4 caran yeksanî bi dest xist û 10 caran jî di yariyan de têk çû.

Hefteya borî jî Dalkurdê tîma Trelleborgs bi encam 3-2 têk biribû.

Parve bike: