TR KU SO
FB X
Werzis

Denîz Undav mora xwe li Kûpaya Cîhanê da: Alman pê serbilind in

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2026 08:49

PeyamaKurd - Futbolîstê Kurd Denîz Undavê bi eslê xwe ji Wêranşara Riha ya Bakurê Kurdistanê, di Kûpa Cîhanê de di maça xwe ya duyemîn de dîsa tîma netewî ya Almanyayê bi golên xwe rakir ser piyan.

Undav ku şevê din xuleka 60’an de kete pêşbirka Alman-Ivory Coastê du golên bêhempa tomar kirin û bû stêrkê lîstikê.

Tîma Netewî ya Alman bi herdu golên Denîz Undav karî zora hevrikê xwe bi bi 2-1 bibe û di Kûpa Cîhanê de beşdariya nav 16 tîmên dawî misoger bike.

Serkeftina Undav di nav futbolhezan de karvedaneke mezin çêkir û li seranserê Cîhanê behsa jêhatîbûna wî tê kirin.

Parve bike: