TR KU SO
FB X
Werzis

Di nîvfînala Sampiyonên UEFAyê de Liverpoolê Barcelonayê têkbir û derket fînalê

📅 09 gulan 2019 12:41

PeyamaKurd - Di pêşbirka rovanşê ya nîvefînala Lîga Şampiyonên UEFAyê da Liverpoolê di sehaya xwe da Barcelona 4-0 têk bir û derket fînalê.

Livepoola mazuvan di xuleka 7emîn de bi gola Divock Origi va 1-0 ket pêşiyê û nîvê ewil ê pêşbirkê bi vê skorê bidawî bû. Liverpoolê di nîvê duyem de xweş leyîst û di xulekên 54 û 56emî de bi golên Georginio Wijnaldum ve 3-0 bi pêş de çû.

Liverpoolê di xueleka 79emîn de bi gola balkêş a Origi ve ferq derxist 4an û skora pêşbirkê bi 4-0 bidawî bû û Liverpoola ku di deplasmanê da 3-0 tê çûbû, derket fînalê.

Piştî pêşbirka Ajax û Tottenhamê reqîbê Liverpoolê yê fînalê wê diyar bibe. Di Lîga Şampiyonan da pêşbirka fînalê wê di 1ê hezîranê da li Madrîda paytexta Spaniyayê bê leyîstin.

Parve bike: