Du tîmên Kurdan hatin hemberî hev: Amedspor û Duhokspor
PeyamaKurd - Tîma Amedsporê ku nû derketiye Lîga Super a Tirkiyeyê û amadekariyên xwe yên sezona nû li kampa Burdurê berdewam dike, di maça dostaniyê de li hemberî tîma Duhokê ya ji Lîga Premier a Iraqê bi encama 2-0 bi ser ket.
Maç li Stadyuma bajarê Ispartayê hat lîstin, ku her du tîmên Kurdan ji bo amadekariyên sezonê li wê herêmê di kampê de bûn.
Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi di vê pêşbirkê de bi kadroyeke xurt derket qadê û tîma wî ji deqeyên yekem de kontrola lîstikê girt destê xwe.
Amedsporê di deqeya 19an de bi gola Cem Ustundag golek bi dest xist û 1-0 ket pêşiyê. Zexta tîma Amedê li ser qeleya dijber berdewam kir û di deqeya 27an de êrîşber Mbaye Diagne gola din tomar kir û ferqa golan derxist duyan.
Nîveka yekem a maçê bi vê skorê (2-0) bi dawî bû. Di nîveka duyem de jî tîma Amedsporê ev encam parast û maç bi serkeftina Amedsporê ya 2-0 bi dawî bû.