Werzis
Îtalya | Tîma futbolê ya navdar bi 10 euroyan hat firotin
PeyamaKurd - Tîma Palermo ya futbolê ku di lîga duyem a Îtalyayê de dilîze bi 10 euroyan bo şirketeke navenda wê li Londonê ye hat firotin.
Serokê klûba Palermoyê Maurizio Zamparini, bi daxuyaniyekê ragihand ku tîma wan bi bihayekî sembolîk ango bi 10 euroyan hatiye firotin.
Zamparini navê şirketa Londonê ya ku tîma Palermo kiriye eşkere nekir.
Tîma Palermo xwedî dîrok û kevneşopîyekê ye ku futbolîzên navdar yên wekî Dybala û Edinson Cavanî tê de lîstine.