Werzis
Ji menajerê wî daxuyanî: ‘Ronaldo kengî futbolê berdide?’
PeyamaKurd - Menajerê Futbolîzê Portekezî yê jêhatî Cristiano Ronaldo, Jorge Mendes li ser gotegotên dest kişandina ji futbolê û jubîleya Ronaldo daxuyanî da.
Jorge Mendes, ji Sky Sportsê ragihand ku Cristiano Ronaldo, bi îhtimaleke mezin li tîma Juventusê dawiyê li jiyana xwe ya lîstikvaniya futbolê tîne û got, “Cristiano, dema li Juventusê be dibe ku futbolê berde.”
Mendes, herwiha destnîşan kir ku Ronaldo di tîma Juventus de bi rahênerekî gelekî baş re kar dike.