Werzis
Juventusê ji kûpayê xatir xwest
PeyamaKurd - Tîma Juventusê di çaryek fînala Kûpaya Îtalyayê de, li hember Atalantayê bi encama 3-0 têk çû û ji kûpayê xatir xwest.
Juventus ku di lîga Îtalyayê de li hember ti tîmekê têk neçûbû, yekem têkçûna xwe ya sezonê li hember Atalantayê stand.
Piştî tîmên Atalanta, Mîlan û Fiorentinayê ku bûn fînalîstên çaryekê, fînalîsta dawî jî di maça Înter û Lazio de diyar dibe.
Juventusê herî dawî di çaryek fînala Lîga Şampiyonan de 3yê Nîsana 2018an ji Real Madrîdê 3 gol xwaribûn.